Di festîwala Îspanya de dê 5 fîlmên Kurd bikevin pêşbirkê
PeyamaKurd – Bi destek û koordinasyona rêvebiriya cînema ya Erbîlê 4 fîlmên sinemayên yên hatine amadekirin maf bi dest xistine ku tevlî festîwala 12em ya navdewletî ya Îspanyayê bibin ku navê Festîwalê ‘Festîwala Sînemayê ya li Dijî Şiddetê’ ye.
Cubrail Ebubekir, bi 2 fîlman tevli festîwalê dibe û jibo K24ê gotiye:
“5 fîlmên Kurd tevlî festîwalê dibin. Festûwal ji sala 2012an de bê navbir dewam dike û di dinyayê de çalakiyekî herî girîng ya sînamatografîk û mirovî tê qebûlkirin. Festîwal her sala ji bo belavkirina aştiyê, li dijî şliddetê, parastina mafên mirovan, dadweriya civakî û belavkirinaçanda diyalogê fîlmên herî bijarte tîne cem hev.
Ev tevlîbûn, ne tenê xebata derhêneran û ji bo tîman serkeftinên şexsîne lê nîşana sînama Kurda ye ku çendîn pêşde çûye. Her weha pêngavekî stratejîke ji bo danasîna nasnama Kurd û çanda Kurd di asta navdewletî de.”
Fîlmên ku di festîwalê de bikevin pêşbirkê ev in:
"Pelikan" – Derhêner: Heriş Abdulwehab Haci
"Pêpêlkekî ji bo Esmana" – Derhêner: Abdulxaliq Cewdet
"Derya Hêviyê" – Derhêner: Cubrail Ebubekir
"Hinara Perçekirî" – Derhêner: Cubrail Ebubekir
"Çiyayê Bêdeng" – Derhêner: Sami Kake.
Festîwal dê di 2yê Cotmehê de destpêbike û 9 roj dewam bike.