Çand_û_Hûner
Di ‘O Ses Tirkiye’ de 2 Kurd man fînalê û yek bû sampiyon
PeyamaKurd - Di bernameya pêşbirka stranbêjiyê ‘O Ses Tirkiye’ de, du stranbêjên Kurd bi navê Ferat Ungur û Umut Kaç man fînala pêşbirkê.
Di fînala şeva borî de, Ferat Ungurê ji Amedê û Umut Kaçê ji Dersîmê di O Ses Tirkiyê de man fînalê û şampiyonê îsal ê pêşbirkê hat diyarkirin.
Di encama dengdana gel a bi peyaman de, Ferat Ungurê ji Amedê bû şampiyonê 2019an ê O Ses Tirkiyê.
Di fînalê 6 stranbêjan bi hunerên xwe hevrikî kirin û herdu kesên man fînalê jî Kurd bûn.