TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Donald Trump ê mezin û hevjîna wî Vanessa ji hev cuda dibin

Dilges Osman
Nivîskar
📅 18 adar 2018 00:30

Kurê serokê Amerîkayê Donald Trump ê mezin Trum Jr. û hevjîna wî Vanessa ragehandin ku biryar dane jiyana xwe ya hevseriyê ya 12 salan bi dawî bikin.

Trump Jr. û Vanessa di daxuyaniya xwe de ragehandin: ‘’Me biryar da piştî 12 salan, jiyana xwe ya hevseriyê de rêyên xwe em cuda bikin. Me her demekê rêz ji malbatên xwe re nîşan daye. Herwaha 5 zarokên me herdemê tiştê me yê serekîne û ev dê her wisa jî bimîne.’’

Li gor çapemeniya Amerîkayê Vanessa Trump, wek sedemê telaqdanê jî diyar kiriye ku Trump Jr. pir di geşt û gerande ye û herwaha ji tor û tewnên civakî re pir dem dide.

Parve bike: