TR KU SO
FB X
Cîhan

Donald Trump: Şerê Îranê dê di demeke nêz de bi dawî bibe

Admin H
Nivîskar
📅 18 cotmeh 2026 10:33

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump di mitînga hilbijartina navberê ya li eyaleta Kentuckyê de di derbarê geşedanên dawî yên şerê Îranê de axivî.

Trump îdîa kir ku wan derbeyeke mezin li Îranê xistiye û şiyana wan a nukleerî ji holê rakirine.

Trump diyar kir ku ew li ser soza xwe rawestiyaye ku nehiştiye Îran bibe xwediyê çeka nukleerî û got: "Min di nav dema diyarkirî de ev tişt pêk anî. Dema tînin ziman ka ev tişt hêjayî vê yekê bû yan na, ez dibêjim ku ew nikarin bibin xwediyê çekên nukleerî, heger hebe dê bikar bînin."

Trump tekez kir ku şerê Îranê dê di demeke nêz de bi dawî bibe û anî ziman ku bi bidawîbûna şer re dê bihayê benzînê gelekî dakeve û ji asta xwe ya berê jî kêmtir bibe.

Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku tu rêveberiyekê di du salên xwe yên pêşîn de bi qasî wan serkeftin bi dest nexistiye û di çarçoveya destkeftiyên siyaseta derve de behsa krîzên Venezuela, Gronland û dosyaya nukleerî ya Îranê kir.

Parve bike: