Erdogan û Trump eloziya Îranê û şerê Ûkraynayê gotûbêj kir
PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Welatên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi rêya peywendiyeke telefonî pêşveçûnên herêmî û navneteweyî nîqaş kirin.
Li gorî daxuyaniya Ragihandina Serokkomariya Tirkiyeyê ku roja Şemiyê, 7ê Mijdara 2026ê hatiye kirin, di hevdîtinê de her du aliyan li ser pêşvebirina peywendiyên dualî yên di navbera Enqere û Waşintonê de nêrîn guhertine.
Di hevdîtinê de her wiha li ser aloziyên li Rojhilata Navîn, Erdogan destnîşan kir ku divê aloziyên di navbera Îran û Amerîkayê de bi rêya dîplomasiyê bên çareserkirin û Tirkiye dê ji bo aştiyê bixebite.
Derbarê şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de jî, Serokkomarê Tirkiyeyê hêviya xwe anî ziman ku hewldanên dîplomatîk encamên erênî bi dest bixin û da xuyakirin ku Tirkiye dê ji bo bidawîanîna vî şerî tevlîbûna xwe bidomîne.