Çand_û_Hûner
Ednan Kerîm li Hewlêrê konserteke mezin dide
PeyamaKurd - Îro înê hunermendê navdar ê Kurd, Ednan Kerîm konserteke mezin li hola Şehîd Seid Ebdullah li bajarê Hewlêrê saz dike.
Ednan Kerîm
Konserta Ednan Kerîm êvara îro saet 19.00an tê lidarxistin û tê de Grûpa Mehwî ya Muzîkê dê muzîkê bike û hunermend Ednan Kerîm dê çend stranên nû pêşkêşî hezkiriyên xwe bike.
Ednan Kerîm derbarê wê konsertê de ragihand, eger piştgiriya wî were kirin, wî biryar daye li gel Grûpa Mehwî ya Muzîkê li hemû bajarên Herêma Kurdistanê konsertan saz bike.