Aborî
Li Hewlêrê pêşangeha navneteweyî ya herî mezin vedibe
PeyamaKurd - Pêşangeha navneteweyî ya herî mezin a avahî û avadaniyê ya herêmê, sibê 8ê Îlonê li Hewlêrê deriyên xwe ji bo mêvanan vedike.
Serokê Heyeta Veberhênanê ya Kurdistanê Dr. Mihemed Şukrî ragihand ku ji 16 welatên cuda yên wekî Tirkiye, Îran, Îmarat, Erebistana Siûdî, Almanya û Çînê zêdetirî 250 şirketên navxweyî û biyanî tevlî vê pêşengehê dibin.
Şukrî da xuyakirin ku armanca serekî ya pêşangehê ew e ku projeyên niştecihbûnê yên kalîtebilind rasterast bigihînin kiryaran û derfetên pereyan pêşkêşî veberhêneran bike.
Bi vê çalakiyê re Hewlêr dibe navendeke girîng a bazirganiyê ku tê de sermayeya cîhanî û derfetên hevpar ên karsaziyê têne pêşvebirin.