TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

18. Pêşangeha Navneteweyî ya Hewlêrê sibê dest pê dike

Admin H
Nivîskar
📅 20 cotmeh 2026 17:46

PeyamaKurd - Di bin serpereştiya Serok Mesûd Barzanî de, 18emîn Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Hewlêrê bi diruşma "Ez Kurdistanî me" sibê dest pê dike û dê heta 31ê vê mehê berdewam bike.

Ev bûyera çandî ji aliyê Saziya Mada ya Ragihandin, Çand û Hunerê ve bi hevkariya Wezareta Çand û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Nivîskar û Edebiyatkarên Iraqê tê lidarxistin.

Di pêşangeha îsal de ji 18 welatên cuda zêdetirî 400 weşanxane û saziyên çapemeniyê beşdar dibin. Pêşangeh dê bi zêdetirî mîlyonek sernavên pirtûkan di warên cihêreng de deriyên xwe ji xwendevan û serdanweran re veke.

Hat ragihandin ku pêşangeh her roj di navbera saet 10:00 û 20:00an de ji bo serdanweran vekirî be.

Parve bike: