Li Hewlêrê 7emîn Pêşangeha Teknolojiyê HITEX dest pê kir
PeyamaKurd - Îro bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Veguhestinê yê Iraqê Mistefa Sened, 7emîn Pêşangeha Navdewletî ya Teknolojiyê (HITEX) li Parka Samî Ebdilrehman a li Hewlêrê deriyên xwe li pêşberî mêvanan vekir.
Pêşangeha îsal ku dê çar rojan berdewam bike, wekî navendeke giring a komkirina 150 kompanyayên teknolojiyê ji 15 welatên cuda tê naskirin.
Di pêşangehê de nûtirîn berhemên di warê Zîrekiya Destkird (AI), robotên mîna mirovan, dronên agirvemirandinê û amûrên aqilmend de tên nîşandan.
Her wiha di çarçoveya çalakiyan de piştgiriyeke taybet ji bo karsaziyên biçûk hatiye dayîn û herêmek ji wan re hatiye veqetandin.
Li aliyê din, tê payîn ku di çarçoveya vê serdanê de Wezîrê Veguhestinê yê Iraqê bi Wezîrê Veguhestin û Gehandinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher re bicive û li ser dosyayên hevbeş gotûbêj bikin.