Çand_û_Hûner
Google ofîsa xwe li Tirkiyê vedike
PeyamaKurd- Piştî li Tirkiyê qanûna “medya civakî” hat qebûlkirin, şîrketa Google bo baregeha (ofîs) xwe li Tirkiyê deyne, dest bi xebata xwe kir. Google, piştî qanûna di dawiya meha tîrmehê de, tê de guhertin hat kirin ya bi navê “Birêk û pêkkirina Weşanên di Rêya Înternetê de û têkoşîna li Dijî Sûcên ku di vê Rêyê de Tênkirin” ket nav bizava avakirina ofîsa xwe.
Google ragihand ku wê baregeha xwe li Tirkiyê veke. Di nava xebatên şîrketê de platformên weka Youtube jî heye. Google ji sala 2005an heya niha di seha reklam û bazarkirinê de xebat dikir lê niha wê temamê xebatên xwe yên din bike.