TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Helbestvanê kurd Mihemed Pakîj li Ekvadorê hat xelatkirin

Admin H
Nivîskar
📅 22 gulan 2026 19:04

PeyamaKurd - Helbestvanê Kurd Mihemed Pakîj, di Çalakiya Helbestê ya Cîhanî ya çaremîn de ku ji aliyê Rêxistina Huner û Wêjeyê ya Amazonê ve li welatê Amerîkaya Latîn Ekvadorê hatibû sazkirin bi bawernameya rûmetê û teqdîrê hat xelatkirin.

Helbestvan Mihemed da zanîn ku çalakiya îsal bi pişkdariya 947 helbestvanan ji 70 welatên cuda yên cîhanê bi rê ve çûye. Pakîj got: "Ev kombûn bû qadeke berfireh ji bo pegandina ezmûnan û nêzîkkirina çandan bi rêya helbest û ziman. Min li wir nûnertiya ziman û edebiyata Kurdî kir."

Beşdarbûna helbestvanên Kurd di çalakiyên wiha yên gerdûnî de, ji bo parastin û danasîna nasnameya çandî û zimanê Kurdî pêşveçûneke giring e û rê dide ku taybetmendiyên estetîk ên wêjeya Kurdî di dilê xwendevanên cîhanê de cih bigirin.

Hêjayîi gotinê ye, ev gava çandî wekî derfeteke giring a ji bo naskirina wêjeya Kurdî li ser asta navdewletî tê nirxandin.

Parve bike: