Hindistan qedexeya 4 salan a îxracata genim rakir
PeyamaKurd – Hindistan, ji bo dahatên cotyarên welatê xwe zêde bike, 4 sale qedexeya ku ji bo îxracata genim û berhemên ji genim dewam dikir, rakir.
Rêvebiriya giştî ya bazirganiya derve ya Hindistanê ragihand ku qedexeya di Gulan a 2022an de danîbûn ser îxracata genim û berhemên genim, rakirine.
Qedexeya ku hebû bi biryarê re rabû û cotyar serbest bûn. Hukumeta federal ragihand ku biryar gelek girînge, li Hindistanê têra xelkê stokên genim heye û di salên peşiya me de, wê çandiniya genim teşwîq bikin.
Li gor rêjeyên dewra Temmûz 2025-2026an; Hindistanê 120,65 milyon ton geinm hiberandiye. Musteşarê Xidayê yê Hindistanê Sanjeev Chopra ragihand ku di bazara hundir de bihayê genim niha kême, bi îzna îxracatê re wê dahata cotyaran zêde bibe û ji bo dewra pêşiyê, ji bo hilberîn zêdetir bibe, wê cotyaran teşwîq bikin.