Hunermenda şanoyê Necla Uygur jiyana xwe ji dest da
PeyamaKurd – Hunermenda şanoyê jina Nejat Uykur ya bi navê Necla Uykur di 89 saliya xwe de do, jiyana xwe ji dest da. Xebera koça wê ji aliyê kurê wê Behzat Uygur de hat dayîn.
Cenazê Necla Uykur di 9ê mehê de roja Înê li mizgefta Teşvikiye ya Îstenbolê piştî limêja wê kirin û li goristana Ferikoyê defin kirin. Kurê wê Behzat Uygur di ser hesabe xwe yê medya civakî de wefata wê weha ragihand:
“Leystikvana pispor ya şanoya me, diya me Necla Ugur li nexweşxana derman dibû wefat kir û em xemgînin. Cenazê Necla Uygur wê di 9ê Mehê de roja Îne li mizgefta Teşvikiye limêja cenazê wê bê kirin û li goristana Ferikoyê dê bê defin kirin.”
Necla Uygur, di sala 1950an de bi şanoger Nejat Uygur re zewicîbû. Ji her dû kesan Ahmet, Süheyl, Süha, Kemal û Behzat bi temamî 5 kurên wan çêbûn.
Mêrê wê Nejat Uygur jî di 18ê sermaweza sala 2013 an de di 86 saliya xwe de wefat kiribû. Cenazê Nejat Uygur li goristana Zincirlikuyu hatibû defin kirin.