Iraq | Festîvala Babilê pistî 18 salan ji nû ve hat lidarxistin
PeyamaKurd - Festîvala Babilê ya Navdewletî ku ji sala 2003yan dema destwerdana Amerîkayê ve li Iraqê nehatibû lidarxistin, piştî 18 salan bi beşdariyeke berfireh ji nû ve hat lidarxistin.
Wezareta Rewşenbîrî ya Iraqê derbarê festîvalê de ragihand, festîval dê 5 rojan berdewam bike û 54 welat tê de beşdar in. Welatên wek Rûsya, Îtalya, Îspanya, Hollanda, Misir, Sûriye û Kuweyt û hejmarek welatên din di festîvalê de beşdariyê dikin.
Hunermend û komên Iraqî û biyanî beşdarî festîvalê dibin û pêşengehên moda, muzîk û nîgarkêşîyê jî di festîvalê de tênê nîşandan.
Herwiha di çarçoveya festîvalê de çalakiyên bi balafir û balonan, dîlanên gelêrî yên bi navê Dabke û çalakiyên çandî, wêjeyî û hunerî hatin kirin.
Bajarê Babil ê dîrokî ku dîroka wî digihe nêzî 4000 sal berê, bi Baxçeyên Daleqandî yên Babilê ku yek ji Heft Nûwazeyên Cîhanê ye û herwiha bi Obelisk Hammurabi û Şêrê Babilê navdar e. Festîvala yekem a Babilê di sala 1985an de hatibû lidarxistin.