Çand_û_Hûner
Konsera online ya stêrên dinyayê 128 milyon dolar berhev kir
PeyamaKurd – Konsera online ya stranbêjên navûdengî yên hezkirî li cîhanê ku bo têkoşîna dijî vîrusa korona hat sazkirin, şevê din bi maweya 8 saetan heta danê sibê berdewam kir.
Di konserê de hunermendên wekî ji Rolling Stonesê Paul McCartney, ji Billie Eilishê Elton John, Lady Gaga, Taylor Swift, Paul McCartney û gelek muzîsyenên navdar bi performansên xwe beşdarî kirin.
Ji konsera online ku bi navê (One World Together at Home) Yek Dinya em hemî bihevre li mal, hat sazkirin 128 milyon dolar hat berhevkirin.
Hemû dahata konserê ji bo têkoşîna dijî koronayê hat bexşandin.