TR KU SO
FB X
Kurdistan

Federasyona Çiyageriya Kurdistanê li Nepalê ye: Kurdî ket lîteratura çiyageriya dinyayê

Admin M
Nivîskar
📅 26 cotmeh 2026 21:27

PeyamaKurd – Federasyona Çiyageriya Kurdistanê (KMCF) di kongreya li payîtexta Nepalê li Katmanduyê du care ku tevlî Kongra Zîrwa Çiyageriyê û Perwerdeya Ewlehiyê dibe.

Di Zîrwê de 97 welat hene û tê de zimanê Kurdî tevlî weşanên çiyageriya dinyayê hat kirin û tescîla nexşeya hilkişandina çiyayên Kurdistanê derket pêş.

Sekreterê giştî yê federasyona Kurdistanê Hêmin Emîn Mensûr ji Rûdawê re got ku kongreya li Katmanduyê hat kirin, di asta navdewletî de, di hilkişandina çiyayan û werzişa xwezayê de, kongre ya herî berfireh û bi qedr e.

Di çarçova Zîrwê de hilbijartina rêxistinê hatiye kirin, stratejiya salane hatiye guncawkirin, di asta navdewletî de qaîdeyên çiyageriyê û rêbazname ji nuh de hatiye guncawkirin û rola federasyona Kurdistanê bandorê lê kiriye.

Mansur got ku federasyona li Iraqê, li Herêma Kurdistanê û hem li parzemîna Asyayê roleka wê ya aktif heye, federasyonê çiyayên Kurdistanê xistiye nav nexşeya navdewletî ya hilkişandinê û di mijarê de pêngavên baş avêtiye. Di kongrê de federasyonê, zimanê Kurdî xistiye nav weşan û zimanê çiyageriyê.

Mansur ragihand ku nikaribûne jimara heyetê zêde bikin ji ber pasaporta Iraqê di asta navdewletî de qelse lê di salên pêşiya me de, ji bo karibin pirsgirêkê çareser bikin dê bixebitin.

Hêmin Emin Mansur got ku di nêz de, dê karibin mobîlê bikarbînin, bikaranîna mobîlê dê di asta navdewletî de û bi Kurdî be û di mijarê de bi Weqfa Rwanga re xebata hevpar dimeşînin.

Federasyona Kurdistanê di sala 2005an de hatibû avakirin û bi xebatkarên xwebexş û xwedî tecrübe re dixebitin.

Parve bike: