TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Li Dihokê asta ava binê erdê 7 metreyan bilind bû

Admin H
Nivîskar
📅 02 hezîran 2026 20:01

PeyamaKurd - Rêvebirê Avê yê Dihokê Yehya Silêman ragihand ku ji ber baranên zêde û bereket ên îsal, asta ava binê erdê li seranserî parêzgeha Dihokê 7 metreyan bilind bûye.

Silêman diyar kir ku navîniya baranbarîna îsal li herêmê hezar û 340 milîmetre bûye û li hinek navçeyên mîna Mangeşkê ev rêje gihîştiye zêdetirî 2 hezar milîmetreyan, ku di encamê de asta avê li wir 19,5 metreyan bilind bûye.

Li devera Sêmêlê jî ji ber berfirehiya embara jêrzemînî, ev bilindbûn di asta 4 metreyan de maye.

Hêjayî gotinê ye, bi vê geşedanê re kêmbûna 12 metreyî ya ava binê erdê ku di navbera salên 2020 û 2023yan de ji ber hişkesaliyê rû dabû telafî kir û bandoreke pir erênî li ser çavkaniyên avê yên herêmê kir.

Parve bike: