TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Li Herêma Kurdistanê ‘Olîmpiyada Hişê Çêkirî’ tê lidarxistin

Admin H
Nivîskar
📅 08 îlon 2026 19:41

PeyamaKurd - Li Herêma Kurdistanê bi hevkariya Weqfa Ovaniayê û Konsulxaneya Koreya Başûr cara yekem "Olîmpiyada Hişê Çêkiri" tê lidarxistin.

Damezirînerê Weqfa Ovaniayê Yahya Çalî diyar kiriye ku hemû ciwanên Kurdistanî yên temenê wan ji 18 salî mezintir dikarin bi rêya malpera fermî serlêdanên xwe bikin.

Di çarçoveya bernameyê de dê li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Kerkûkê tîmên sêkesî werin avakirin.

Endamên tîma ku bibin şampiyon, dê hem xelata 10 hezar dolarî werbigirin hem jî bi piştgiriya Konsulxaneya Koreya Başûr beşdarî geşteke hefteyekê ya li Koreya Başûr bibin da ku pêşketinên di warê hişê çêkirî de ji nêz ve bibînin.

Parve bike: