Li Hewlêrê ‘Parka Netewî ya Sênkê’ tê avakirin
PeyamaKurd - Li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, li ser bilindahiyên Sênkê û li nêzîkî gundê Henareyê projeyeke pir girîng a neteweyî, geştiyarî û jîngehê ya bi navê "Naşinal Parka Sênkê- Parka Netewî ya Sênkê" tê çêkirin.
Hate ragihandin ku ev projeya stratejîk ku li ser rûberê 6 hezar donimên erdî tê avakirin, dikeve çargoşeya navbera rêya Pîrmam-Koye û Hewlêr-Koye û tenê 15 kîlometreyan ji bakurê bajarê Hewlêrê dûr e.
Proje bi taybetî li ser parastina jîngehê û rûberên kesk hatiye sêwirandin û ji ber qebareya xwe jî wekî yek ji mezintirîn pêngavên geştiyariya xwezayî ya li herêmê tê dîtin.
Heşt beşên cuda tê de hene
Ev mega-proje bi giştî ji heşt beşên sereke û cihêreng pêk tê ku her yek ji wan xizmeta armanceke taybet dike.
Di nav planê de, devereke berfireh a Sefariyê (Safari) heye ku ji bo parastin û xwedîkirina canewer û balindeyên kovî û kedî di nav jîngeha wan a xwezayî de hatiye veqetandi.
Dîsa gundekî çandî yê nimûneyî li ser şêwaza gundên Kurdistane yên berî sed salan tê avakirina daku folklor û urf û edetên Kurdî werin parastin.
Ji xeynî van bendav, pond, gol û rûbarên destçêkirî jî li parkê cî digrin û li kêleka wan cihên bêhnvedanê, herêmên çandiniyê, baxên fêkî, qadên werzişî, navendên merasîman û bajarekî geştiyarî yê niştecihbûnê jî tê çêkirin.