Li Kurdistanê 40 navendên geştiyariyê gihîştin asta Cîhanî
PeyamaKurd - Berdevkê Desteya Giştî ya Geştyariyê ya Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdulmecîd eşkere kir ku di nava pênc salên borî de kerta geştyariyê li herêmê pêşveçûneke mezin û dîrokî tomar kiriye.
Ebdulmecîd ragihand ku di vê heyamê de 80 projeyên stratejîk ên geştyariyê bi sermayeyeke zêdetir ji 7 milyar û 500 milyon dolarên Amerîkayî hatine bicihanîn û ketine xizmeta geştyaran.
Berdevkê Desteya Giştî ya Geştyariyê bal kişand ser zêdebûna berçav a rêjeya hatina geştiyaran bo tevahiya deverên Kurdistanê û tekez kir ku ev herikîna berdewam roleke bibandor di vejandina bazaran û çêbûna livîneke baş a bazirganî de lîstiye.
Herwiha da zanîn ku ev yek rasterast bandoreke erênî li ser jiyana rojane ya welatiyan û aboriya herêmê dike.
Îbrahîm Ebdulmecîd bibîr xist ku niha li herêmê nêzîkî 40 bingeh û navendên geştiyarî di asta "Branda Cîhanî" û "Pênc Stêrkî" de xizmetguzariyên astbilind pêşkêş dikin.