TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Li Qilaba ya Sirnexê bo zêrê dawetan sînor danîn

Admin M
Nivîskar
📅 13 berfanbar 2019 05:49

PeyamaKurd- Li bajarê Şirnexê li navçeya Qialabanê li bajarokê Uzungeçîtê ku navê wê yê Kurdî nehat zanîn, bi sedema ku mesrefa di dawetan de zêdeye û zêde zêr tê xwestin, bo pêşî li mesrefê bêgirtin, şaredarê beldeyê û tevî muxtar û rûsipiyên deverê biryar dan ku ji dawetan de miqdarê zêr dernekeve ser 35 hezar lîreyî û dawetê ji 3 rojan daxistin 2 rojan. Xwarinên dawetan jî hatin rakirin.

Heya niha li herêmê miqdarekî zêde zêr di dawetan de dihat xwestin û 3 roj dawet dikirin. Ev biryara hane wê karibin tetbîq bikin an na,dê di pêşde bê dîtin.

Parve bike: