‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’ ya Dilovan Alî derket
PeyamaKurd - Yekem berhema helbestî ya nivîskar û wergêr Dilovan Alî ya bi navê "Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor" ji aliyê Weşanên Dozê ve hat çapkirin. Dilova Alî ku bi xwe ji Başûrê Kurdistanê ye û soranîaxêv e, ev berhema xwe bi zaravayê kurmancî latînî nivîsiye.
‘Arşîveke ruhî’ ya Kurdên sirgunî
Berhema nû ya Dilovan Alî ji 31 helbestan pêk tê û bi edîtoriya Ehmed Berojî hatiye amadekirin. Nivîskar û felsefevan Dr. Rêbwar Sîweylî pêşgotinek ji bo pirtûkê nivîsiye û tê de helbestên Alî wekî "arşîveke ruhî" ya kurdên li sirgûnê û xerîbiyê pênase dike. Li gorî Sîweylî, girîngiya van helbestan ne tenê di estetîka ziman de ye, lê di wê "rastgoyî"yê de ye ku dikare xemên neteweyekê di nav xemên takekesî de bi hev re bike yek. Helbestvan di nav modernîteyê de, bi zimanekî hunerî behsa hesreta axa welat û "bêhna nanê diya xwe" dike.
Dilovan Alî kî ye?
Dilovan Alî di sala 1994an de li Qeladizê ji dayik bûye û xwendina xwe ya bilind li Hewlêrê qedandiye. Ew ji sala 2010an ve di qada wêje û siyaseta Kurdî de çalak e û ji bilî helbestan, lêkolîn û wergêriyê jî dike. Alî ku niha li Brîtanyayê dijî, bi serdestiya xwe ya li ser gelek zimanan (Soranî, Kurmancî, Îngilîzî, Tirkî, Farisî û Erebî) tê naskirin. Beriya vê pirtûkê, wergera wî ya bi navê "PKK Çima Wisa Dike" jî ji aliyê Weşanên Dozê ve di sala 2022yan de hatibû weşandin.