Çand_û_Hûner
Piştî diziya 88 milyon euroyan Mûzeya Louvreyê ji nû ve hat vekirin
PeyamaKurd - Li Fransayê Galeriya Apollonê ya li Mûzeya Louvreyê ku piştî diziya zêr û cewherên şahîniyê ya bi nirxê 88 milyon euroyî hatibû girtin, piştî 9 mehan ji nû ve ji bo serdanan hat vekirin.
Rêveberê Mûzeya Louvreyê Christophe Leribault ragihand ku zêr û cewherên navborî êdî di vê beşê de nayên nîşandan û ew ji bo cihekî din ê ewledar hatine veguhastin.
Leribault destnîşan kir ku ev derfetek e ji bo dîtina mîmarî û xemilandina sedsala 17an a vê salona dîrokî, ku ev pêngava nû di rojeva çandî ya Parîsê de hat tomarkirin daku xetereyên nû yên li ser berhemên dîrokî bêne dûrxistin.