Li Riwanser a Kirmaşanê festîvala 'Reng û Av' ya zarokan
PeyamaKurd - Li Rojhilatê Kurdistanê ji bo kêmkirina bandora şer festîvala zarokan hat lidarxistin.
Bi mebesta kêmkirina bandora şer û aloziyên siyasî li ser derûniya zarokan, li bajarê Riwanserê yê parêzgeha Kirmaşanê, mîhrîcana "Reng û Av" hat lidarxistin. Di mîhrîcanê de zarokan bi lîstikên avê û rengan kêliyên xweş derbas kirin.
Li bajarê Riwanserê yê Rojhilatê Kurdistanê, bi hevkariya saziyên perwerdehiyê û tîmên hunerî, mîhrîcaneke taybet ji bo zarokan hat amade kirin. Ev çalakî di demeke ku herêm di nav rewşeke aloz a siyasî û bandora şer de derbas dibe hate pêk hat.
Armanca sereke ew bû ku bi riya reng û lîstikan, şahî û aramî vegere ser lêvên zarokan.
Li gorî nûçeya K24ê Rêveberê Komeleya Çandî û Perwerdehiyê ya Jîwar li Riwanserê Şayan Mihemedî, derbarê armanca mîhrîcanê de ragihand, wan xwestiye zarokan ji wê atmosfera dijwar ku ji ber aloziyan çêbûye, dûr bixin. Mihemedî got: "Me xwest bi vê mîhrîcana reng û avê, hinekî stres û zextên psîkolojîk ên li ser zarokan kêm bikin û derfetekê bidin wan ku bi awayekî azad şa bibin."
Rêveberê Mîhrîcana "Reng û Av" Nasir Ehmedî jî bal kişand ser girîngiya vê çalakiyê û diyar kir, mîhrîcan bi hevkariya komên xwebexş û hunerî hatiye organîzekirin, da ku di nav tariya şer û nakokiyan de, rengên jiyanê pêşkêşî nifşê nû bikin.
Mîhrîcan ne tenê ji bo şêniyên Riwanserê hate lidarxistin lê ji bo geştyarên ku serdana herêmê dikin jî bû cihê balkêşiyê.