TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Li Sûriyê ji bo Cejna Newrozê biryara bêhnvedana fermî

Admin H
Nivîskar
📅 15 adar 2026 16:05

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed El-Şeybanî di dema xwarina fitarê de li gel hejmarek deplomatkarên welatan ragihand, Sûriya nû li ser dewleta welatîbûnê û dadmendiyê hatiye avakirin û Sûriya nû şanaziyê bi pirengiyê dike ku samaneke niştîmanî û mirovî ye.

Şeybanî da zanîn, pîrozkirina cejna Newrozê îsal wek cejneke niştîmanî rêzgirtina tevahiya pêkhateyên gelê Sûriyê nîşan dide.

Hêjayî gotinê ye, Serokatiya Sûriyê jî 3 roj berê bêhnvedana fermî ji bo Cejna Newrozê ragihand.

Heta 23yê mehê bêhnvedana fermî ye

Serokatiya Sûriyê ragihandiye, ji bo Şoreş, Remezan, Dayîk û Newrozê bêhnvedanê fermî ji 18ê Adarê heta 23yê Adarê li hemû dezgehên giştî dest pê dike.

Parve bike: