Mamoste û malbatên Efrînî ji bo Kurdî 5 daxwaz ji Şamê kirin
PeyamaKurd - Komek ji mamosteyên zimanê kurdî û malbatên xwendekaran li herêma Efrînê, bang li aliyên peywendîdar û saziyên perwerdeyê yên Sûriyê kirin ku astengiyên li pêşiya xwendina zimanê kurdî çareser bikin û biryara fermî ya derbarê zimanê kurdî de bicih bînin.
Mamoste û malbatên Efrînî bi daxuyaniyeke hevbeş 5 daxwazên sereke yên ji bo vejandina xwendina bi zimanê Kurdî li herêmê pêşkeşî rayedaran kirin.
5 daxwaz wiha ne:
1- Sernavê mamosteyên zimanê kurdî yên ku li ser karê xwe wek mamosteyên polê were rakirin û wan wek mamosteyên zimanê Kurdî destnîşan bikin.
2- Mamoste û derçûyên Peymaneha Amadekirina Mamosteyan li Efrînê - Beşê Zimanê Kurdî destnîşan bikin ji ber kêmbûna kadroyan û pêşbirkê ragihînin.
3- Divê plana waneyan wek sê ders û yek çalakî ji aliyê Komeleya Perwerdehiya Efrînê û Rêveberiya Perwerdehiya Helebê ve bi rêya Wezareta Perwerdehiyê li Şamê were dayîn.
4- Divê pirtûkên zimanê Kurdî li dibistanên fermî û taybet bên belavkirin, ji ber ku hîn nehatine belavkirin.
5- Girîng e Kurdî di hemû qonaxên xwendinê de û bi taybetî di bawernameya pola nehemîn û bekeloriya de li şûna zimanê Fransî were sepandin.
Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Mihemed Ebdulrehman Turko ragihandibû, li gorî Biryarnameya Serokatiya Sûriyeyê ya hejmar 13 a sala 2026an, zimanê Kurdî bi fermî li dibistanên dewletê tê qebûlkirin.
Li gorî biryara hikûmeta Şamê, zimanê kurdî wek "zimanekî niştimanî" tê pênasekirin. Herwiha li wan herêmên ku piraniya niştecihên wan Kurd in, zimanê Kurdî heftane bi rêjeya 3 dersan ligel seateke çalakiyan di nav bernameya dewletê de cih digire.
Lê belê xelkê herêmê û pisporên perwerdeyê didin xuyakirin ku ji bo ev biryar tenê li ser kaxezê nemîne, divê pirtûk bên dabînkirin, statuya mamosteyan bê mîsogerkirin û zimanê kurdî bikeve nav ezmûnên seranserî yên dewletê.