TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Ji mamosteyan dijî biryara Şamê ya zimanê Kurdî xwepêşandan

Admin H
Nivîskar
📅 30 tebax 2026 17:21

PeyamaKurd - Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, mamosteyan li pêşiya avahiya Perwerdeyê xwepêşandanek li dijî biryara nû ya Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê li dar xist.

Xwepêşanderan bi hildana pankartan daxwaza perwerdeya zimanê dayikê kir û bi daxuyaniyeke hevpar li dijî biryara hefteyê 3 demjimêran danîna dersa Kurdî derketin û gotin, her çiqas gaveke erênî be jî, ev gav zimanê Kurdî nake zimanê perwerdeyê û ji daxwazên mafên zimanî û sivîl ên gelê Kurd re netêrker e.

Di daxuyaniya ku ji aliyê rêveberiya Peymangeha Amadekirina Mamosteyan ve hat xwendin de, hat destnîşankirin ku divê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê tenê bi hin herêman ve neyê sînordarkirin û li seranserê Sûriyeyê ji bo hemû xwendekarên Kurd bê misoger kirin.

Xwepêşanderan daxwaz kir ku ezmûna perwerdeya Kurdî ya 14 salên borî û kadroyên heyî neyên paşguhkirin û gaveke qanûnî û destûrî bê avêtin da ku sîstema perwerdeyê bibe duzimanî û mafên çandî bi biryarên îdarî neyên guherandin.

Parve bike: