Balyozê Tirkiyê li Şamê xwest ku zimanê Tirkî li seranserê Sûriyê bibe waneyeke bijarte
PeyamaKurd - Tirkiyê di çarçoveya hevdîtinên asayîkirina têkiliyên ligel Şamê de stratejiyeke nû ya "çandî û perwerdeyî" da destpêkirin.
Balyozê Tirkiyê li Şamê Nuh Yılmaz di civîna ligel Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyê Mihemed Ebdulrehman Tirko de daxwaz kir ku zimanê Tirkî li hemû dibistanên Sûriyê wekî waneyeke bijarte bê dayîn, û di heman demê de projeya vekirina "Dibistana Navneteweyî ya Recep Tayyîp Erdogan" a ku rasterast di bin çavdêriya balyozxaneyê de ye, anî rojeva Şamê.
Çavdêrên siyasî diyar dikin ku ev pêngavên Enqereyê ji "eskerîparêziyê ber bi dîplomasiya nerm û çandî ve" veguherîneke nîşan didin.
Bi van hewldanan re, Tirkiye dixwaze hebûna xwe ya li Sûriyê di nava sîstema fermî ya dewletê de kûrtir bike û bandora xwe ya siyasî û çandî li seranserê wî welatî belav bike.