TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Mihemedê Cizîrî ji aliyê Pergolizzi bo Amerîkayê hat vexwendin

Dilges Osman
Nivîskar
📅 01 adar 2018 01:02

Mihemedê Cizîrî ku ligel stranbêja brîtanî Anne Marie duetek kir û bi nav û deng bû, ji aliyê stranbêja amerîkî Laura Pergolizzi ve bo New Yorkê hat vexwendin.

Mehmet Ali Şahin ku ji navçeya Cizîr a Bakurê Kurdistanê ye, ligel stranbêja brîtanî Anne Marie dueta strana wê ya 'Rockabye' kir û herî dawî bi strana 'Lost On You' ya stranbêja navdar Laura Pergolizzi duetek çêkir.

Li gor nûçeya HT Magazin, dueta Mehmet Ali Şahin 350 hezar car hatiye temaşekirin û Laura Pergolizzi ew vexwendiye Amerîkayê.

Mehmet Ali Şahin diyar kir: “Laura Pergolizzi ji bo hevdîtina rûbirû û ji bo dueteke nû, ez vexwendim Amerîkayê. Ezê xwe amade bikim û dema derfet bibînim ezê biçim.”

Parve bike: