TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Parlamenterê Kurd ê Swêdê bi cilûbergên kurdî sond xwar

Admin H
Nivîskar
📅 30 îlon 2026 11:23

PeyamaKurd - Rojnamevan û aktîvîstê Kurd Gurgîn Bakircioglu ku kurê nivîskar û zimanasê ji Agirî ya Bazîdê Reşo Zilan e, di hilbijartinên giştî yên Swêdê de ji Partiya Keskan (Miljöpartiet) wekî parlamenter hat hilbijartin.

Bakircioglu ku ji Herêma Stockholmê kete Parlamentoya Swêdê, bi cilûbergên kurdî çû parlamentoyê

Gurgîn Bakircioglu, di 24ê Tîrmeha 1984an de li bajarê Uppsala yê Swêdê ji dayik bûye û di warê rojnamegeriyê de xwediyê masterê ye. Ew bi salan di saziya weşana giştî ya Swêdê SVT û radyoyan de wekî bernameçêker û pêşkêşvan xebitiye.

Her wiha wek çalakvanekî jîngehparêzîyê jî tê naskirin.

Parve bike: