Çand_û_Hûner
Rengîniya xwezaya Kurdistanê ji Qersê diyare
PeyamaKurd- Li welatê Serhedê li bajarê Qersê xelkê ku terş û tareş xwedî dikin, bo zivistanê alifê heywanên xwe temîn bikin, hêj nûh giyayê xwe diçinin. Havîna wan gelek dereng tê. Bi giyayê xwe re genim û ceyê xwe jî nûh diçinin. Li aliyekî giya diçinin, li aliyê dinê giya dikin balye û bi traktoran dibin malên xwe datînin malê an dikin dêz.
Li bajarên weka Qersê, Ardaxanê û Erzeromê 15 roje çinandina giya dewam dike. Li aliyê Germiyanê, li Deşta Mêrdînê, li Diyarbekirê, li Deşta Mahabadê û Hewlêrê ev kar ji zûde hatiye kirin.