TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Serokomarê Zelandayê xwendekarê Kurd xelat kir

Admin H
Nivîskar
📅 21 hezîran 2023 23:40

PeyamaKurd – Xwendekarê Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê Fryad Nadir Balekî, ji aliyê Serokomarê Zelandayê Guðni Th. Jóhannesson ve hate xelatkirin.

Ofîsa Serokomariya Zelandayê ragihandiye ku Balekî ji aliyê Serokomar Guðni Th. Jóhannesson ve hatiye pêşwazîkirin û xelata wî hatiye pêşkeşkirin.

Hat zanîn ku Balekî ji ber serkeftina xwe ya li zankoyê hêjayî xelatê hatiye dîtin.

Fryad Nadir Balekî, ji Soranê ye û çend sal berê ji bo perwerdeya lîsansa bilind çûye Zelandayê ku xelata herî baş a lêkolînê di warê endezyariya avahîsaziyê de wergirtiye.

Parve bike: