Trump akademisyenê Kurd Saho Seîd xelat kir
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump di çarçoveya Bernameya Navnetewî ya Fulbright de, akademisyenê Kurd Şaho Seîd ku li Zanîngeha Georgetown a Amerîkî kar dike bi bawernameya Hubert H. Humphrey xelat kir.
Akademisyenê Kurd Şaho Seîd li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku ew ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump û Wezîrê Derve Mike Pompeo ve hatiye xelatkirin û spasiya xwe kir:
Thanks to the Government of U.S.A
I have been awarded the Hubert H. Humphrey certificate by the President “Donald Trump” and Secretary of State “Mike Pompeo”. This is considered a highest academic and professional award for international Fulbright participants. pic.twitter.com/MXoF42Ya0j
“Spasî bo hikûmeta Amerîkayê. Min ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump û Wezîrê Derve Mike Pompeo bawernameya Hubert H. Humphrey wergirt. Ev bawername ji bo beşdarên navnetewî yên Fulbright wekî xelata herî bilind a akademîk û profesyonel tê nasîn.”
Seîd di sala 2008an de di xula sêyem a Parlamentoya Kurdistanê de wekî parlamentar hatibû hilbijartin û piştre ew kar berdabû.
Şaho Seîd karên xwe yên akademiyê niha Zanîngeha Georgetown a Amerîkî berdewam dike.