Çand_û_Hûner
UNICEF: Zêdetir ji 168 milyon zarok salekiye ji xwendinê bêparin
PeyamaKurd – Fon a Alîkariya Zarokan ya Neteweyên Hevgirtî UNICEF ragihand ku bi sedema pandemiyê ji salekî zêdetire ku 168 mîlyon zarok ji xwendinê bêpar mane. Rapora ku UNICEF ê amade kiriye, bi taybetî radigihîne bê bandora pandemiyê li ser xwendinê çawaye.
Di raporê de heye ku ji her 7 zarokan yek ji wan an ku 214 mîlyon zarok ji derfetên xwendina rû bir û bêpar mane. Dibistanên 168 mîlyon zarokan girtî mane û nikaribûne perwerda rû bi rû bikin.
Di 14 welatan de dibistan ji adara 2020 an heya sibata 2021 ê bi giştî girtîbûn, ji 2/3 ji wan li Amerîka Latînî û Karayîpan bûn û wexta xwendina 98 mîlyon zarokan ji pandemiyê bandorê dît.
Welatên ku herî zêde li wan dibistan girtî mane Panama, El Salvador, Bangladeş û Bolivya ne.