TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Wezîr: Sala 2019a wê bibe sala Göbeklitepe

Admin M
Nivîskar
📅 01 mijdar 2018 00:07

PeyamaKurd- Wezîrê rewşenbiriyê yê Tirkiyê Mehmet Nuri Ersoy ragihand ku ew dixwazin sala 2019an bibe sala Göbeklitepeyê. Göbeklitepe nêzî navenda Rihayê ye û berya 12 hezar salan hatiye avakirin.

Sponsoriya Göbeklitepe bo 20 salan gruba Doğuşê girtiye aliyê xwe. Bo parastina wê derê, bo girtina serî û bo temaşê teraseka mezin ava kiriye. Di wê beşê de fîgurên heywanan li ser kevirên birîtî ku bejna wan digihîje 6 metreyî hene. Hem berhemên perestgehê jî li wê derê ne.

Göbeklitepe niha di nava mîrata UNESCO de ye û her sal bi deh hezaran tûrîst tên seredana wê derê.

Parve bike: