TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr: Sala bê ve her welatîyek bibe xwedî nasnameyeke dîjîtal

Admin L
Nivîskar
📅 25 mijdar 2020 16:31

PeyamaKurd – Di rêûresma peymana dijîtalkirina xizmetkariyan Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotarak pêşkêş kir û got: “Ji sala bê ve her welatîyekî Herêma Kurdistanê dê bibe xwedî nasnameyeke dîjîtal.”

Li Hewlêrê îro rêûresma îmzekirina peymana dijîtalkirina xizmetkariyan a bi kompaniyek Almanî re hat lidarxistin. Serokwezîr Mesrûr Barzanî hem serpereştî kir û hem jî tê de gotarek pêşkêş kir û behsa giringîya peymanê kir.

Mesrûr Barzanî di gotara xwe de diyar kir: “Ber wê yekê diçin, dawî li karê kaxizî bînin. Ji berk u zehmet e welatî bi dehan demjimêran dema xwe bi westanê winda bikin, ji bo encamdana muamle û karûbarên xwe. Di demekê de, divê di dmeeke kurt û bi lez bi şêweya online muameleyên welatiyan bêne temamkirin. Dawîanîna karê kaxezî û dabînkirina xizmetkariyên dîjîtalî ne xwastek e, belkû ti riyeke din li pêş me nine, yan divê bi teknolojiyê re bi pêş bikevin, yan jî di rabirdûyê de bimînin.”

Parve bike: