TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr Mesrûr Barzanî zengilê sala nû ya xwendinê lêxist

Admin H
Nivîskar
📅 20 îlon 2026 09:41

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi amadebûna Wezîrê Perwerdeyê Dr. Alan Heme Seîd serdana Dibistana "Global" a li bajarê Hewlêrê kir û bi fermî zengilê destpêka sala nû ya perwerdeyê ya 2026-2027an lêxist.

Di merasîmê de Serokwezîr peyamek da xwendekar û mamosteyan û destnîşan kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê her dem li pişt perwerde, mamoste û xwendekaran be.

Mesrûr Barzanî daxwaz ji xwendekaran kir ku girîngiyeke mezin bidin xwendina xwe û berî her tiştî mirovdost û jîngehdost bin.

Her wiha bi bîr xist ku ev welat berhema ked û xwîna şehîd û Pêşmergeyên qehreman e, lewra divê her kes rêzê li niştimanê bigire.

Serokwezîr Barzanî, spasiya mamosteyên Kurdistanê kir ku di hemû qonaxên zehmet de nehîştine proseya xwendinê bisekine.

Parve bike: