TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Xosnav albûmek nû belav kir: 12 Pêtên Belav

📅 30 adar 2019 17:55

PeyamaKurd - Hunermendê ji bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê Xoşnav Tillo bi navê “12 Pêtên Belav” albûmeke nû belav kir.

Di albûma Xoşnavî ya bi navê “12 Stranên Belav” da li ser Rojava stranek û li ser Kobanîyê jî stranek, bi tevahî 12 stran hene ku gotin û muzîkên hemûyan stranan aîdî wî ne.

Xoşnavî di albûma xwe ya nû da bi aranjeyeka nû cih daye strana Karwan ku gotin û mûzîkê aîdî wî ne û Ahmet Kaya di albûma xwe ya bi navê “Hoşçakalin Gozum” (Bi Xatirê Çavê Min) da xwendibû.

Hêjayî gotinê ye ku albûma ku arenjorîya wê Erdem Altinses kirîye, li ser YouTubeê hat parvekirin û biryar e li ser paltformên din ên dîjîtal ên weke Spotify û iTunes jî were belavkirin.

Karwan

 

Parve bike: