TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Zanko ya Artûklû dê 65 kesan bo masterê bigre

Admin M
Nivîskar
📅 27 tîrmeh 2019 22:01

PeyamaKurd- Zanko ya Arûklûyê, Enstîtuya Zimanên Zindî bo sala 2019-2020an bo beşa zimanê Kurdî bo masterê an ku lîsansa bilind wê 65 xwendevanan bigre. Roja seredanê dê di navbera 15-27 ê tebaxê de be. Nûçe kete ser malpera fermî ya întenetê ya zankoyê.

Bo lîsansa bilind ya bi tez (bi teqdîm) 20 kes û bo ya bêtez (bê teqdîm) bo Kurmancî 30 kes û bo Zazakî 15 xwendevan dê bên girtin. Şertê ewilî divê xwendevan bikevin ezmûnê û di ezmûna ewilî de, ji ya nivîskî divê herî kêm 60 puan bistînin.

Bo mastera bitêz dê 20 kes bên girtin lê ji wan 3 kes wê hemwelatiyên biyanî bin. Eger seredana biyaniyan tinebe, dê li yên din bên belavkirin.

Bo Zimanê û çanda Kurdî, bo Kurmancî û Zazakiyê bo karibin bikevin ezmûnên dinan, divê herî kêm 50 pûan bidtînin. Eger kontenjana Zazakî tije nebe, dê ew kontenjan li Kurmancî bê belavkirin.

Bo beşa zimanê Erebî û Çanda Erebî 32 kes bên girtin lê ji vana 20 kes jê dê biyanî bin. Bo zimanê Suryanî 10 xwendevan dê bên girtin lê 2 kes ji wan dê biyanî bin. Bo zimanê Erebî kesên ku karibin seredanê bikin, divê ji ezmûnên KPDS, ÜDS, YDS an ezmûna weka wan tên qebûlkirin (muadil) herî kêm 60 puan sitendibin.

Namzed dê karibin di ser înternetê de serdana xwe bikin. Ezmûna nivîskî dê 2-3 yê êlûnê de bê kirin û encama ezmûnê dê di 4 ê êlûnê de aşkera bibe.

Bo seredanê divê dîploma lîsansê ya 4 sal hebe. Ezmûna beşa ziman û çanda Kurdî ya bêtez dê bi awayeka nivîskî bêkirin.

Ezmûna Kurmancî dê bi awayeka bijartekirî bêkirin û ji aliyê optîkê de encamên ezmûne diyar bibe. Ya Zazakî dê bi nivîskî be.

Bo hûrahiyên seredanê dikarin li malpera Zankoya Artûklû ya Enstîtuya Zimanên Zindî binêrin.

Parve bike: