Cîhan
'100 terorîstên pispor û perwerdekirî vegeriyan Almanyayê'
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Almanyayê ragihand ku ji hezar terorîstên DAIŞê yên hemwelatiyên Almanî ku çûne Sûriyê û Iraqê, bi qasî 100 ji wan vegeriyane nav Almanyayê ku ew jî pispor in.
Berdevkiya Wezareta Derve ya Almanyayê ragihand, ew çekdarên vegeriyane hemû pispor û perwerdekirî ne û da xuyakirin, agahî li ber destê wan hene ku ew kesên vegeriyane Almanya, li Sûriyê û Iraqê beşdarî şer bûne.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ew kes hîna di lêpirsîna polîs û dozgeriyê de ne.
Îstixbarata Almanya di raporeke xwe de beriya niha eşekere kiribû ku Almanya hê jî di hedefa komên terorîst de ye û gotibû, hejmara endamên îxwanan jî li Berlînê zêde bûye.