TR KU SO
FB X
Kurdistan

Zeydî red kir: Bafil û Şasiwar ji Bexdayê destvala vegeriyan

Admin H
Nivîskar
📅 16 mijdar 2026 09:46

PeyamaKurd - Krîza siyasî ya di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de ku bi hewldana veqetandina Silêmaniyê gihîşt asteke nû, bi helwesta Bexdayê re rû bi rû ma.

Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî daxwaza serokê YNKê Bafîl Talabanî û serokê Tevgera Nifşê Nû Şaswar Ebdulwahid a ji bo hevdîtinê red kir. Her du serokên ku bi rêiya Serokomar Nîzar Amedi daxwaza civînê kiribûn, tevî ku du rojan li Bexdayê man jî tu bersiveke erênî wernegirtin û vegeriyan Silêmaniyê.

Ev helwesta Bexdayê wekî peyameke zelal tê dîtin ku hikûmeta navendî piştgiriyê nade dabeşbûn û parçekirina Herêma Kurdistanê.

Ev krîz piştî wê yekê derket holê ku Talabanî di 5ê Mijdarê de piştî yekem civîna Parlamentoya Kurdistanê ragihandibû ew meşrûiyeta Parlamentoya Kurdistanê nas nakin û dikarin vegerin şert û mercên salên 1996an.

Lê belê hewldanên Talabanî li Bexdayê bê bersiv man; Dadgeha Federalî daxwaza rawestandina karûbarên parlamentoyê red kir û her wiha welatên mîna Amerîka û Tirkiye jî li dijî her cûre dabeşbûn û guhertina sînorî ya li herêmê radiwestin.

Zeydî red kir: Bafil û Şasiwar ji Bexdayê destvala vegeriyan

Krîza siyasî ya di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de ku bi hewldana veqetandina Silêmaniyê gihîşt asteke nû, bi helwesta Bexdayê re rû bi rû ma.

Parve bike: