Kurdistan
Mesrûr Barzanî li Bexdayê bi Zeydî û Malikî re civiya
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya ji bo Bexdayê de, piştî civîna xwe ya ligel Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî, çû mala Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî û ligel wî jî civiya.
Hevdîtina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya ligel Nûrî Malikî piştî temambûna civîna wî ya girîng a ligel Elî Zeydî pêk hat, ku di wan civînan de li ser pişka Herêma Kurdistanê ya di budceya giştî ya Iraqê de, mafên darayî û çend pirsên din ên siyasî û îdarî danûstandin hatin kirin.
Tê çaverêkirin ku Mesrûr Barzanî di çarçoveya vê serdanê de ligel gelek serkirde û aliyên din ên siyasî yên Iraqê re jî hevdîtinan bidomîne.