Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi serdaneke fermî çû Bexdayê
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo ku ligel Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî û serkirdeyên siyasî yên welat bicive, îro bi serdaneke fermî ber bi paytext Bexdayê ve ket rê.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramî ragihand ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo encamdana çendîn hevdîtinên asta bilind çûye Bexdayê.
Li gorî daxuyaniya Hewramî, serdana Barzanî dê li ser çend mijarên sereke bisekine:
Gotûbêjkirina dosya qanûna bûdçeyê û misogerkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê.
Pêşxistina mekanîzmayên guncaw ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de û mijarên ku li bendê ne.
Zêdekirina muzakereyan li ser bingeha destûr, peymanên siyasî û têgihiştinên hevpar daku di navbera Hewlêr û Bexdayê de çareseriyên dadmend û hevpar werin bidestxistin.