TR KU SO
FB X
Cîhan

11 endamên çekdar yên IPOB ê hatin jinavbirin

Admin M
Nivîskar
📅 08 gulan 2021 03:01

PeyamaKurd – Li başûrê welatê Nîjeryayê li eyaleta Îmoyê, artêşa Nîjeryayê 11 endamên rêxistina bi navê Rêxistina Xelkê Biafrayê IPOB ê kuşt. Li gor ragihandina berdevkê artêşa Nîjeryayê Muhammed Yerima; endamên rêxistinê li eyaleta Îmoyê xwestine bavêjin ser zîndana Ûrlûyê lê artêş ber li wê êrîşê girtiye.

Yerima ragihand ku gelek muhîmattan bidest xistine û ti zerar negihaye hêzên ewlehiyê. Berê jî heman rêxistin avêtibû ser zîndanan û bi sedan kes ji zîndanê firar kiribûn.

Parve bike: