Cîhan
143 leskerên tirk bi jehrî ketin û rakirin nexwesxaneyan
PeyamaKurd – Li Baregeha Leşkerî ya Lîwaya 7emîn Komandayan a bajarê Sakarya yê Tirkiyê, 143 leşker ji ber xwarinê bi jehrî ketin û ew bo nexweşxaneyan hatin veguhestin.
Hat ragihandin ku leşkerên tirk piştî şîvê ji ber xwarina ku xwarine êşiyane û rakirine nexweşxaneya Yenîkent a Dewletê ku ji 143 leşkeran 63 ji wan piştî mudaxeleya pizîşkî ji nexweşxanê hatine derxistin.
Parêzgariya Sakarkayê bi daxuyaniyekê ragihand ku derbarê mijarê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Hat zanîn ku heta derengiya şevê jî leşkerên bi jehrî ketibûn li nexweşxaneyan dihatin dermankirin ku rewşa 7 leşkeran ji yên din girantir bûye.