TR KU SO
FB X
Cîhan

Li bajarê Uşak a Tirkiyê kamyon û otomobil li hev ketin: 3 kes mirin

Admin M
Nivîskar
📅 02 cotmeh 2026 21:13

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Uşakê li navça Ulubey otomobil û kamyonekî li hev ketin. Di encamê de 3 kes mirin û ajotvanê kamyonê birîndar bû.

Piştî qezayê tîmên tenduristiyê, cendirme, îtfaiye, polîs û AFADê çûn ciyê qezayê.

Her sê kesên mirine ji heman malbatê ne. Ajotvanê otomobîlê Ruhi Akyıl, jina wî Döndü Akyıl û keça wan Nevcan Sakaryalı li ciyê qezayê mirin.

Ajotvanê kamyonê di qezayê de birîndar bû û wî birin nexweşxana lêkolîn û perwerdê ya bajarê Uşakê. Piştî dermankirina ajotvanê kamyonê C.A. wî xistin bin çav.

Parve bike: