TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kamyoneta Kızılaya Tirkiyê li Mêrdînê wergeriya jêr: 4 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 16 hezîran 2026 23:11

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Omerliyê kamyoneta Kızılayê ji kontrola ajotvan derket û wergeriya jêr. Di qezayê de doktorekî û 3 kesên din birîndar bûn.

Di qezayê de Doktor Muhammed A. (40), Nurettin O. (33), Doğan F. (29) û Sonay A. (37) birîndar bûn. Li, ser qezayê îtfaiye, tîmên tenduristiyê û polîs çûn ciyê qezayê.

Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya 0merliyê.

Parve bike: