TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li navça Artuklu ya Mêrdînê minibus wergeriya: 13 xwendevan birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 08 îlon 2026 14:46

PeyamaKurd – Qûlûbekî taybet yê werzişê yê basketbolê ku li navça Nisêbînê xebata xwe dike, xwendwevanên ku diçûn Nisêbînê da tevlî wê xebata werzişê bibin, minibusa wan xwendevanan, li ser rêya navbera Artuklu-Nisêbînê li dora gundê Kanîguriyê (Çayırpınar) weregeriya.

Navê ajotvanê minibusê nehat zanîn lê 13 xwendevanên tê de, di encama wergerînê de, birîndar bûn û tîmên tenduristiyê, îtfaiye, polîs û cendirmeyan çûn ciyê qezayê.

Di qezayê xwe xwendevanên bi navên Z.İ. (11), A.A. (12), S.D. (14), R.A. (12), M.D. (11), R.H. (10), H.Ç. (12), L.V. (12), N.O. (12), S.A. (12), A.A. (12), Z.H.T. (15) û S.A. (18) birîndar bûn.

Tîmên tendursitiyê birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Nisêbînê. Talûka jiyana xwendevanan nîne û rewşa wan baş e.

Parve bike: