TR KU SO
FB X
Cîhan

Minibusa karkerên dermsale wergeriya: 16 kes birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 11 tîrmeh 2026 15:03

PeyamaKurd – Li bajarê Amasya li gundê navendê yê Tuzsuzê, seet di 06.00ê siba de, minibusa ku karkerên dermsale hildigirit wergeriya û di encamê de 4 ji wan zarok 16 kes birîndar bûn.

Şofêrê minibusê F.G dema minibusê dajot, desthilatê wenda kir û minibus wergeriya kenarê rê nav zeviyê.

Di minibusê de kesên bi navên Ş.U. (63), B.U. (21), Z.G. (19), M.K. (19), D.G. (11), S.G. (10), S.G. (45), S.G. (32), S.G. (24), T.G. (15), M.G. (25), A.G. (11), M.G. (10), A.K. (18), N.U. (15) û T.G. (30) birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê cendirme, îtfaiye û tîmên tenduristiyê çûn ciyê qezayê. Birîndaran ji minibusê derxistin û bi ambûlansan birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Sabuncuoğlu Şerefeddin ya Amasyayê. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran başe.

Parve bike: