Cîhan
15 hezar zêde endamên Boko Haramê teslîmê hêzên hukumetê bûn
PeyamaKurd – Li welatê Afrîkayê li Nîjeryayê 15 hezar zêde endamên rêxistina Boko Haramê teslîmê hêzên hukumetê bûn. Şêwirmendê ewlehiyê yê dewleta Nîjeryayê Babagana Monguno ragihan ku di demên dawiyê de endamên Boko Haramê bi komkî teslîm dibin.
Monguno got ku heya niha ji 15 hezarî zêdetir endamên Boko Haramê û hezkiroxên wê teslîmê hukumetê bûne. Munguno di dewamaaxaftina xwede got ku endamên teslîm bûne wê bên rehabîlîtekirin û piştî pêvajoyê, li gor rewşê, wê wan teslîmê malbatên wan bikin.